Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 99
 - 1
 - Xudan serweriya xwe dajo, bila bilerizin gel!
Ew li ser Kerûbiyan li text e,
Bila bilerize erd. - 2
 - Xudan li Siyonê mezin e,
Li ser tevahiya gelan li jor e. - 3
 - Bila her kes pesnê navê te yê mezin û bi bizdan bide!
Ew pîroz e. - 4
 - Ey padîşahê hêzdar û dadhez,
Tu wekheviyê ava dikî,
Di nîjada Aqûb de, te rastdarî û dadperwerî pêk anî. - 5
 - Xudanê me, Xwedê berz bikin,
Li ber pêpelûka lingê wî biperizin!
Ew pîroz e. - 6
 - Mûsa û Harûn kahînên wî bûn,
Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin,
Wan bang kir Xudan,
Wî ew bersîvandin. - 7
 - Wî di stûna ewr de ji wan re got,
Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan,
Bi cih anî. - 8
 - Ya Xudan, Xwedayê me, te bi xwe ew bersîvandin;
Her çi, te ji karên ku kirin tol sitand jî,
Tu li hember wan Xwedayek bexişkar bûyî. - 9
 - Xwedayê me Xudan berz bikin,
Li çiyayê wî yê pîroz herin ser çokan,
Çimkî Xwedayê me Xudan pîroz e. 

