Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Jinik û Ejder 
1
Hingê nîşaneke mezin li ezmên xuya bû: Jinek hebû ku bi rojê pêçayî, heyv di bin lingên wê de û taca ji diwanzdeh stêran li ser serê wê bû.
2
Ew bizaro bû û ji bo ku zarokê xwe bianiya, di cefayê de bû, êş dikişand û dikir qîrîn.
3
Nîşaneke din jî li ezmên xuya bû. Va ye, ejderekî sor ê mezin ku heft serî û deh strûhên* wî hebûn û li ser serên wî heft tac hebûn.
4
Û dûvikê wî sêyeka stêrên ezmên xişandin û ew avêtin ser rûyê erdê. Ejder li ber wê jina ku li ber zarokanînê bû rawesta. Ew li benda bûyîna zarok bû, ku wî daqurtîne.[a]
5
Jinikê zarokekî kur anî, kurekî ku ewê bi gopalê hesin şivantiyê li hemû miletan bike. Û zarokê wê birin ba Xwedê û ber textê wî.[b]
6
Jinik jî reviya çû çolê. Li wê derê cihê wê yê ku ji aliyê Xwedê ve hatibû amadekirin hebû, da ku ew hezar û du sed û şêst rojan bê xweyîkirin.
7
Hingê li ezmên ceng çêbû. Mîxayîl û milyaketên xwe bi ejder re şer kirin. Û ejder û milyaketên xwe şer kirin,
8
lê bi ser neketin û li ezmên êdî ji bo wan cih nema.[c]
9
Ejderê mezin yê ku jê re Îblîs û Şeytan tê gotin, ew marê kevin ê ku hemû dinya xapandiye, ew û milyaketên wî pê re hatin avêtin ser rûyê erdê.[d]
10
Hingê min li ezmên dengekî bilind bihîst ku got:
«Êdî wextê xilasî, hêz û Padîşahiya Xwedayê me
Û desthilatiya Mesîhê wî hat.
Çimkî sûcdarkerê birayên me,
Yê ku şev û roj wan li ber Xwedayê me sûcdar dike,
Hat avêtin xwarê.[e]
11
Ew bi xwîna Berx û bi peyva şahidiya xwe
Li hember wî bi ser ketin
Û heta mirinê jî ji jiyana xwe hez nekirin.
12
Ji bo vê yekê şa bibin, ya ezmanno
Û yên ku di wan de rûdinin.
Lê wey li erdê û li deryayê,
Ji ber ku Îblîs bi xezebeke mezin tê ser we,
Çimkî ew dizane ku wexta wî kêm e»
13
Gava ejder dît ku ew hat avêtin ser rûyê erdê, ket pey wê jinika ku zarokê kur anîbû.
14
Du baskên eyloyekî mezin ji jinikê re hatin dayîn, da ku bifire here çolê cihê xwe. Li wê derê, ji mar dûr, wê sê sal û nîvan bê xweyîkirin.
15
Hingê mar ji devê xwe wek çem av pijiqand pey wê, da ku wê bi avê bixeniqîne.
16
Lê erdê alîkariya jinikê kir, devê xwe vekir û ew çemê ku ejder ji devê xwe pijiqandibû daqurtand.
17
Îcar ejder ji jinikê hêrs bû û çû, da ku bi wan re şer bike, yên ku ji dûndana* wê mane, yên ku emrên Xwedê bînin cih û şahidiya Îsa bi wan re ye.
18
Ejder li ber devê deryayê sekinî.
  1. a. 12:3-4 Daniyêl 7:7; 8:10
  2. b. 12:5 Zebûr 2:9
  3. c. 12:7-8 Daniyêl 10:13, 21; 12:1
  4. d. 12:9 Destpêkirin 3
  5. e. 12:10 Binêre Eyûb 1:9-11; Zekerya 3:1