Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Heft Milyaket û Heft Bela
 - 1
 - Hingê min li ezmên nîşaneke din a mezin û ecêb dît: Heft milyaket ku heft belayên dawîn bi wan re bûn. Çimkî xezeba Xwedê bi wan temam dibe.
 - 2
 - Min dît ku tiştekî wek deryayeke camîn a bi êgir tevlihev hebû û min dît yên ku li hember cenawir û sûretê wî û hejmara navê wî bi ser ketibûn, li ser deryaya camîn radiwestan. Çengên* ku Xwedê dane wan di destên wan de bûn
 - 3
 - û strana xulamê Xwedê Mûsa* û strana Berx distrandin û digotin:
«Ya Xudan, Xwedayê karîndarê her tiştî,
Karên te mezin û ecêb in;
Ya Padîşahê miletan,
Riyên te rast û dadperwer* in.[a] - 4
 - Ya Xudan, kî natirse
Û rûmetê nade navê te?
Çimkî bi tenê tu pîroz î,
Hemû milet wê bên
Û li ber te herin ser çokan,
Çimkî karên te yên dadperwer eşkere bûn.»[b] - 5
 - Piştî van tiştan min dît ku li ezmên Perestgeh, yanî Konê* Şahidiyê vebû.
 - 6
 - Heft milyaketên ku heft bela bi wan re bûn ji Perestgehê derketin. Wan kitanê paqij yê ku dibiriqî li xwe kiribûn û kemberên zêr li singên xwe pêçabûn.
 - 7
 - Yekî ji çar afirîdên jîndar heft piyanên zêrîn yên ku bi xezeba wî Xwedayê ku her û her dijî tije bûn, dan heft milyaketan.
 - 8
 - Û Perestgeh bi dûmana rûmet û hêza Xwedê tije bû û heta ku heft belayên heft milyaketan temam bûn, tu kesî nikaribû bikeve Perestgehê.[c] 
 
- a. 15:3 Binêre: Dubarekirina Şerîetê 32:4; Zebûr 145:17; Yêremya 10:10
 - b. 15:4 Binêre: Yêremya 10:6-7; Zebûr 86:9; Melaxî 1:11
 - c. 15:8 Derketin 40:34; Padîşah I, 8:10-11; Îşaya 6:1-4
 

