Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji Civîna Bawermendên Efesê re
 - 1
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Efesê re binivîse:
‹Yê ku heft stêran di destê xwe yê rastê de digire û di navenda heft şamdankên zêrîn de rêve diçe, van tiştan dibêje: - 2
 - Ez bi kirinên te, bi xebata te û bi bîhnfirehiya te dizanim. Û ez dizanim ku tu nikarî xeraban ragirî*. Û yên ku ji xwe re dibêjin Şandî*, lê ne Şandî ne, te ew ceribandin û derewîn derxistin.
 - 3
 - Tu bîhnfireh î û te di ber navê min de li ber xwe da û tu newestiyayî.
 - 4
 - Lê belê gazineke min ji te heye: Te dev ji hezkirina xwe ya pêşî berdaye.
 - 5
 - Îcar bîne bîra xwe ku tu ji ku derê ketiyî; tobe bike û karên pêşî bike. An ku tu tobe nekî, ezê bêm te û ezê şamdanka te ji cihê wê rakim.
 - 6
 - Lê belê tiştekî te yê qenc heye: Tu ji kirinên Nîkolasiyan nefret dikî; ez jî ji wan karan nefret dikim.[a] 
 - 7
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh* ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê xwarina ji dara jiyanê ya ku di bihişta* Xwedê de ye bidim wî.›»[b] 
 - Ji Civîna Bawermendên Smîrnayê re
 - 8
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Smîrnayê re binivîse:
‹Yê ku Pêşî û Paşî ye, yê ku mir û careke din rabû, van tiştan dibêje: - 9
 - Ez bi tengahî û belengaziya te dizanim, lê belê tu dewlemend î! Ez bi buxtana wan ên ku ji xwe re dibêjin Cihû dizanim; ew ne Cihû ne, lê ew kinîşta* Îblîs in.
 - 10
 - Ji wan tengahiyên ku tu li ber kişandinê yî netirse. Va ye, Îblîs wê hinan ji we bavêje zîndanê, da ku hûn bên ceribandin û hûnê deh rojan cefayê bikişînin. Heta mirinê dilsoz bimîne, ezê taca jiyanê bidim te.
 - 11
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ji mirina diduyan qet ziyanê nabîne.›»
 - Ji Civîna Bawermendên Pergamayê re
 - 12
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Pergamayê re binivîse:
‹Yê ku şûrê wî yê dudeviyê tûj heye, van tiştan dibêje: \v 13 Ez dizanim ku tu li ku derê rûdinî. Li dera ku textê* Îblîs lê ye, tu li wê derê rûdinî. Û tu navê min hişk digirî û li wê dera ku Îblîs lê rûdine, di wan rojên ku di nav we de, şahidê min ê dilsoz Antîpas hat kuştin jî, te baweriya xwe ya ku bi min e înkar nekir. - 14
 - Lê belê piçek gazina min ji te heye: Li wê derê hin mirovên te hene ku hînkirina Balam* digirin. Wî hînî Balaq* kir ku zaryên* Îsraêl ji rê derxe, da ku goriyên* ji pûtan re hatine şerjêkirin bixwin û fuhûşiyê bikin.[c]
 - 15
 - Bi vî awayî, wek wan, hin mirovên te jî hene ku hînkirina Nîkolasiyan digirin.
 - 16
 - Îcar tobe bike, an na ezê zûka bêm te û ezê li hember wan bi şûrê devê xwe şer bikim.
 - 17
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje. Ewê ku bi ser dikeve, ezê ji Mannayê* veşartî bidim wî. Ezê kevirekî spî yê ku navekî nû li ser nivîsiye bidim wî; ji yê standî pê ve, kes nizane.›»[d] [e] 
 - Ji Civîna Bawermendên Tiyatîrayê re
 - 18
 - «Ji milyaketê civîna bawermendên Tiyatîrayê re binivîse:
‹Kurê* Xwedê yê ku çavên wî wek pêta êgir in û lingên wî mîna wî tûncê xas ê ku dibiriqe, van tiştan dibêje: - 19
 - Ez bi kirinên te, bi hezkirina te, bi baweriya te, bi xizmet û bîhnfirehiya te dizanim û ez dizanim ku karên te yên paşî ji yên pêşî hê bêtir in.
 - 20
 - Lê belê gazineke min ji te heye: Tu dihêlî ew jin, Yezabel a ku ji xwe re dibêje pêxember*, bi hînkirina xwe xulamên min ji rê derxe ku fuhûşiyê bikin û goriyên ku ji pûtan re tên şerjêkirin bixwin.[f]
 - 21
 - Min wext da wê, da ku tobe bike; lê ew naxwaze ji fuhûşiya xwe tobe bike.
 - 22
 - Va ye, ezê wê bavêjim nav nivîneke nexweşiya giran û yên ku bi wê re zînayê dikin, eger ji kirinên wê tobe nekin, ezê wan jî bixim tengahiyeke mezin.
 - 23
 - Û ezê li zarokên wê bixim û bikujim û hemû civîn wê bizanin ku yê li dil û daxwazan dikole ez im û ezê li gor kirinên her yekî ji we bidim we.[g]
 - 24
 - Lê ez ji we yên din re dibêjim, hûn ên ku li Tiyatîrayê ne û li gor vê hînkirinê nakin û wan tiştên ku ji wan re ‹sirên Îblîs ên kûr› dibêjin, nizanin: Ez barekî din danaynim ser pişta we:
 - 25
 - Bi tenê heta ku ez bêm, tiştê ku bi we re ye hişk bigirin.
 - 26
 - -27 Û ewê ku bi ser dikeve û heta dawiyê karên min li ba xwe digire, çawa ku min ji Bavê* xwe standiye,
Ez jî, ezê li ser miletan hukumdariyê bidim wî.
Wek ku firaxên cerîn dişikênin,
Wê bi gopalê hesin serweriyê li wan bike.[h] - 28
 - Û ezê stêra sibê bidim wî.
 - 29
 - Ewê ku guhên wî hene, bila bibihîze ku Ruh ji civînan re çi dibêje.›»
 
- a. 2:6 Nîkolasî: Li gor hîndariya vê tarîqatê jiyana bêexlaqî tu tesîrê li jiyana ruhanî nake. Loma her çi dixwestin, dikirin.
 - b. 2:7 Destpêkirin 2:9
 - c. 2:14 Hejmartin 31:16; 25:1-3
 - d. 2:17 Derketin 16:14-14
 - e. 2:17 Kevirê spî: Bi mana «xelata serketinê» tê bikaranîn.
 - f. 2:20 Yezabel: Bi mana sembolîk tê bikaranîn. Di Peymana Kevin de Yezabel şahbanûyek bû ku gelekî li hember Xwedê derdiket (Padîşah I, 16:31; 18:4). Zarok (ayeta 23an), şagirtên wê jina li Tiyatîrayê ne.
 - g. 2:23 Gotinên Silêman 24:12
 - h. 2:26-27 Binêre: Zebûr 2:8-9
 

