Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Çemê Ava Jiyanê 
1
Hingê milyaket çemê ava jiyanê nîşanî min da. Ew wek cama zelal bû û ji textê Xwedê û Berx derdiket û di nava kolana bajêr de diherikî.
2
Li herdu aliyên çem dara jiyanê hebû; diwanzdeh cûreyên fêkî pê ve tê û ew her meh fêkiyê xwe dide. Û pelên darê ji bo saxbûna miletan in.[a]
3
Êdî tiştê nifirlêbûyî wê qet nebe. Textê Xwedê û Berx wê di nav bajêr de be û xulamên wî wê xizmetê ji wî re bikin.
4
Ewê rûyê wî bibînin û navê wî wê li ser eniya wan be.
5
Û êdî nabe şev û hewcedariya wan bi ronahiya çirayê û bi ronahiya rojê namîne, çimkî Xudan Xwedê wê ronahiyê bide wan û wê her û her padîşahiyê bikin.[b]
Îsa Mesîh Tê 
6
Milyaket ji min re got: «Ev peyvên ha dilsoz û rast in. Xudan, Xwedayê ku Ruhê xwe dide pêxemberan, milyaketê xwe şand, da ku tiştên ku divê di nêzîk de çêbin, nîşanî xulamên xwe bide.»
7
«Va ye, ez zû têm. Xwezî bi wî yê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê digire!»
8
Ez Yûhenna* me, yê ku ev tiştên ha bihîstine û dîtine. Û gava min ew bihîstin û dîtin, ez li ber lingên wî milyaketê ku ev tiştên ha nîşanî min dan, deverû çûm ser çokan, da ku ez biperizim wî.
9
Lê wî ji min re got: «Nebe ku tu vê yekê bikî! Ez xizmet-hevalê te me, yê birayên te yên pêxember û yê wan kesan im ku peyvên vê kitêbê digirin. Ji Xwedê re here ser çokan.»
10
Hingê wî ji min re got: «Peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê mor neke, çimkî wext nêzîk e.
11
Yê ku neheqiyê dike, bila bêtir neheqiyê bike, yê pîs bila pîstir be, yê rastdar bila bêtir rastiyê bike û yê pîroz bila pîroztir be.»
12
«Va ye, ez zû têm û xelata min di destê min de ye, da ku ez li gor kirinên her yekî bidim wî.[c]
13
Alfa û Omêga, Yê Pêşî û Yê Paşî, Destpêk û Dawî ez im.»
14
«Xwezî bi wan ên ku xiftanê xwe şuştine, da ku heqê wan hebe, ku bên dara jiyanê û di dergehên bajêr re bikevin hundir![d]
15
Yên wek kûçikan, yên sêrbaz, yên zînakar û yên mêrkuj, yên pûtperest û her kesê ku ji derewan hez dike û derewan dike, ew li derve ne.
16
«Ez Îsa, min milyaketê xwe şand, da ku ew ji bo civînên bawermendan li ser van bûyeran ji we re şahidiyê bike. Ez ra* û dûndana* Dawid* im, ez stêra sibê ya şewqdar im.»[e]
17
Ruh û bûk dibêjin: «Were!» Û yê dibihîze bila bêje: «Were!» Û yê tî bûye bila bê; yê dixwaze bila belaş ava jiyanê bistîne.[f]
18
Ez ji her kesê ku peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê dibihîze re şahidiyê dikim: Eger mirovek tiştekî li ser van zêde bike, Xwedê wê van belayên ku di vê kitêbê de nivîsî ne bîne serê wî.[g]
19
Û eger mirovek ji peyvên pêxemberîtiyê yên vê kitêbê derxe, Xwedê wê para wî ji dara jiyanê ya ku di vê kitêbê de nivîsî ye û ji Bajarê* Pîroz derxe.
20
Yê ku şahidiyê ji van tiştan re dike, dibêje: «Erê, ez zû têm». Amîn. Were, ya Xudan Îsa.
21
Kerema Xudan Îsa li ser we hemûyan be.
  1. a. 22:2 Destpêkirin 2:9; Hezekiyêl 47:12
  2. b. 22:5 Îşaya 60:19; Daniyêl 7:18
  3. c. 22:12 Îşaya 62:11; Yêremya 17:10
  4. d. 22:14 Destpêkirin 2:9
  5. e. 22:16 Hejmartin 24:17
  6. f. 22:17 Îşaya 55:1
  7. g. 22:18 Dubarekirina Şerîetê 12:32