Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Kitêba Morkirî û Berx
 - 1
 - Hingê min di destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt de nivîsara lihevpêçayî dît. Ew ji herdu aliyan ve hatibû nivîsîn û bi heft moran hatibû morkirin.[a]
 - 2
 - Û min milyaketekî hêzdar dît ku bi dengekî bilind digot: «Kî hêja ye ku kitêbê* veke û morên wê rake?»
 - 3
 - Lê ne li ezmên, ne li ser erdê û ne jî di bin erdê de tu kesî nikaribû kitêb vekira û lê binêriya.
 - 4
 - Ez gelek digiriyam, çimkî kesek hêjayî peyda nebû ku kitêbê veke û lê binêre.
 - 5
 - Hingê yekî ji rihspiyan ji min re got: «Negirî! Va ye, Şêrê ku ji eşîra Cihûda* ye, Rayê* Dawid* bi ser ket, ku kitêbê û heft morên wê veke.»[b] 
 - 6
 - Hingê li ber text û di navenda çar afirîdên* jîndar û rihspiyan de min Berxek dît, wek ku şerjêkirî be. Heft strûhên* wî û heft çavên wî hebûn. Evên ha heft ruhên Xwedê ne yên ku li seranserê dinyayê hatine şandin.[c]
 - 7
 - Ew hat û kitêb ji destê rastê yê wî yê ku li ser text rûdinişt stand.
 - 8
 - Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng* û piyanên zêrîn ên tije bixûr* hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.[d]
 - 9
 - Û lavijeke nû distrandin û digotin:
«Tu hêja yî ku kitêbê bistînî
Û morên wê vekî.
Çimkî tu hatî şerjêkirin
Û te bi xwîna xwe ji her bavikî, ji her zimanî,
Ji her gel û ji her miletî mirov ji Xwedê re kirrîn; - 10
 - Û te ew ji Xwedayê me re kirin padîşahî û kahîn*
Û ewê li ser dinyayê padîşahiyê bikin.»[e] - 11
 - Hingê min nêrî, li hawirdora text û afirîdên jîndar û rihspiyan, min dengê gelek milyaketan bihîst û hejmara wan bi hezaran hezar û bi deh hezaran deh hezar bû.
 - 12
 - Bi dengekî bilind digotin:
«Berxê şerjêkirî hêja ye ku hêz,
Dewlemendî, şehrezayî, karîn, hurmet,
Rûmet û pesin bistîne.»[f] - 13
 - Hingê min bihîst ku her afirînên li ezmên, li ser erdê, di bin erdê de û di deryayê de û hemû tiştên di wan de, digotin:
«Bila her û her pesin, hurmet, rûmet û qudret
Ji yê ku li ser text rûniştiye re û ji Berx re be!»[g] - 14
 - Û çar afirîdên* jîndar digotin: «Amîn» û rihspî deverû çûn ser çokan û perizîn*.
 
- a. 5:1 Hezekiyêl 2:9-10
 - b. 5:5 Binêre: Destpêkirin 49:9; Îşaya 11:1
 - c. 5:6 Îşaya 53:7
 - d. 5:8 Zebûr 141:2
 - e. 5:10 Binêre: Derketin 19:6; Îşaya 61:6
 - f. 5:12 Binêre: Dîrok I, 29:11; Îşaya 53:7
 - g. 5:13 Binêre: Zebûr 47:8; Îşaya 6:1
 

