Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji Kurên Îsraêl 144 Hezar Mirov Tên Morkirin
 - 1
 - Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.[a]
 - 2
 - Min milyaketekî din jî dît ku ji Rojhilatê derdiket û mora Xwedayê jîndar pê re bû. Bi dengekî bilind gazî wan çar milyaketan kir, yên ku desthilatî ji wan re hatibû dayîn, ku zirarê bidin erd û deryayê; wî ji wan re got:
 - 3
 - «Heta ku em morê li ser eniya xulamên Xwedayê xwe nexin, ziyanê nedin erdê, deryayê û daran.»[b]
 - 4
 - Hingê min hejmara yên ku hatibûn morkirin bihîst: Ji hemû eşîrên kurên Îsraêl sed û çil û çar hezar hatibûn morkirin.
 - 5
 - Ji Eşîra Cihûda diwanzdeh hezar hatibûn morkirin.
Ji Eşîra Rûbên diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Gad diwanzdeh hezar, - 6
 - Ji Eşîra Aşêr diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Neftelî diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Minaşe diwanzdeh hezar, - 7
 - Ji Eşîra Şimûn diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Lêwî diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Îsexar diwanzdeh hezar, - 8
 - Ji Eşîra Zebûlon diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Ûsiv diwanzdeh hezar,
Ji Eşîra Binyamîn diwanzdeh hezar hatibûn morkirin. - Elaleta ji Hemû Miletan
 - 9
 - Piştî vê yekê min dît ku va ye, elaleteke* mezin ya ku ji her miletî, ji her bavikî, ji her gelî û ji her zimanî ku tu kesî nedikarî bihejmarta; xiftanên spî li xwe kiribûn û guliyên xurmeyan di destên wan de bûn û li ber text û li ber Berx radiwestan.
 - 10
 - Wan bi dengekî bilind gazî dikir û digotin:
«Xilasî babetê Xwedayê me ye yê ku
Li ser text rûniştiye û babetê Berx e.» - 11
 - Hemû milyaket li hawirdora text û rihspiyan û afirîdên jîndar disekinîn. Û li ber text xwe deverû davêtin erdê, diperizîn* Xwedê û digotin:
 - 12
 - «Amîn. Pesin, rûmet, şehrezayî,
Şikir, hurmet, hêz û karîn
Bila her û her ji Xwedayê me re be.
Amîn.» - 13
 - Yek ji rihspiyan peyivî û ji min re got: «Evên ku bi xiftanên spî hatine wergirtin kî ne û ji ku derê hatine?»
 - 14
 - Min ji wî re got: «Ezbenî, tu dizanî.» Hingê wî ji min re got: «Evên ha ew in ku ji wê tengahiya mezin hatine, xiftanên xwe şuştine û bi xwîna Berx spî kirine.[c]
 - 15
 - Ji bo vê yekê li ber textê Xwedê ne
Û di Perestgeha* wî de şev û roj diperizin wî.
Yê ku li ser text rûniştiye, wê konê* xwe li ser wan vegire. - 16
 - Êdî ew birçî nabin û êdî tî nabin
Û ne tav û ne jî germî li wan dixe.[d] - 17
 - Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye
Wê şivantiyê li wan bike
Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê.
Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»[e] 
- a. 7:1 Daniyêl 7:2
 - b. 7:3 Hezekiyêl 9:4-6
 - c. 7:14 Daniyêl 12:1; Metta 24:21
 - d. 7:16 Binêre: Îşaya 49:10
 - e. 7:17 Binêre: Zebûr 23:1-2; Îşaya 25:8; 49:10
 

