Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Birano, daxwaza dilê min û lavakirina min a ji Xwedê ji bo xilasiya Îsraêliyan e.
2
Ez ji bo wan şahidiyê dikim ku xîreta wan ji bo Xwedê heye, lê belê xîreta wan ne bi zanîn e.
3
Çimkî wan rastdariya ku ji Xwedê tê, fêm nekir û xebitîn ku ya xwe bi xwe ava bikin û serî li ber rastdariya Xwedê danenîn.
4
Çimkî Mesîh dawiya Şerîetê ye, da ku ji bo her kesê ku bawer bike rastdarî hebe.
Xilasî ji bo Her Kesî 
5
Mûsa li ser rastdariya ku ji Şerîetê tê weha dinivîse: «Mirovê ku van tiştan bike, wê bi wan bijî.»[a]
6
Lê rastdariya ku ji baweriyê ye weha dibêje: «Di dilê xwe de nebêje: Kî wê hilkişe ezmên?» – yanî, ji bo ku Mesîh bîne xwarê –
7
an jî: «Kî wê dakeve diyarê* miriyan?» – ji bo ku Mesîh ji nav miriyan derîne. –
8
Lê belê çi dibêje? Dibêje: «Peyv» – yanî peyva baweriyê ya ku em didin bihîstin – «nêzîkî te ye, li ser zimanê te û di dilê te de ye».[b]
9
Eger tu bi devê xwe eşkere bikî ku Îsa Xudan e û di dilê xwe de bawer bikî ku Xwedê ew ji nav miriyan rakiriye, tê xilas bibî.
10
Çimkî ji bo rastdariyê bi dil tê bawerkirin û ji bo xilasbûnê jî bi dev tê eşkerekirin.
11
Nivîsara Pîroz dibêje: «Her kesê ku baweriyê bi wî bîne, nayê şermkirin.»[c]
12
Di navbera Cihû û miletên din de cihêtî tune; eynî Xudan Xudanê hemûyan e û ji hemûyên ku gazî wî dikin re merd e.
13
Çimkî: «Her kî ku gazî navê Xudan bike, wê xilas bibe.»[d]
14
Lê ewê çawa gazî wî yê ku bawerî pê neanîne bikin? Û ewê çawa baweriyê bi wî yê ku li ser nebihîstine bînin? Îcar bêyî ku yek bide bihîstin, ewê çawa bibihîzin?
15
Û eger ew neyên şandin, ewê çawa Mizgîniyê bidin? Wek ku hatiye nivîsîn: «Lingên wan ên ku Mizgîniya xêrê tînin çi spehî ne.»[e]
16
Lê belê hemûyan li gor Mizgîniyê nekir. Çimkî Îşaya dibêje: «Ya Xudan, kê bi xebera ku me da, bawer kir?»[f]
17
Îcar bawerî ji bihîstinê tê û tiştê bihîstî ji peyva Mesîh e.
18
Lê belê ez dibêjim: Ma wan nebihîst? Belê, bêguman bihîstin; çimkî: «Dengê wan gihîşt tevahiya erdê û peyvên wan gihîştine kujên dinyayê.»[g]
19
Dîsa ez dibêjim: Ma Îsraêl ev fêm nekir? Pêşî Mûsa dibêje:
«Ezê we, bi wan ên ku ne milet in bînim xîretê
Û bi miletekî fêmkor hêrsa we rakim.»[h]
20
Îşaya bê tirs weha dibêje:
«Ez ji aliyê wan ên ku li min nedigeriyan ve hatim dîtin,
Ez li yên ku li min nedipirsîn xuya bûm.»[i]
21
Lê li ser Îsraêl weha dibêje: «Tevahiya rojê min destên xwe dirêjî miletekî rikdar û neguhdar kir.»[j]
  1. a. 10:5 Ji: Qanûna Kahîntiyê 18:5
  2. b. 10:6-8 Ji: Dubarekirina Şerîetê 9:4; 30:12-14
  3. c. 10:11 Ji: Îşaya 28:16
  4. d. 10:13 Ji: Yoêl 2:32
  5. e. 10:15 Ji: Îşaya 52:7
  6. f. 10:16 Ji: Îşaya 53:1
  7. g. 10:18 Ji: Zebûr 19:4
  8. h. 10:19 Ji: Dubarekirina Şerîetê 32:21
  9. i. 10:20 Ji: Îşaya 65:1
  10. j. 10:21 Ji: Îşaya 65:2