Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ronahî û rizgariya min e Xudan,
Ez natirsim ji tu kesan.
Hêza jiyana min e Xudan,
Bo çi ezê bitirsim ji hinan?
2
Xerabên ku hember û dijminên min in,
Gava ku nêz bûn ji bo ku min bixwin,
Ew bi xwe terpilîn û ketin.
3
Ordiyek li hember min kon deyne,
Dilê min natirse,
Derkeve şer li hember min
Dîsa jî hunda nabe baweriya min.
4
Min tiştekî xwest ji Xudan, ez li wî geriyam:
Temaşekirina bedewiya Xudan,
Li perestgeha wî, ji bo ku ez ji wî re bibim heyran,
Hemû rojên jiyana xwe li mala wî biborînim.
5
Çimkî di roja şer de ewê min veşêre li holika xwe,
Wê bi nixamtina konê xwe min veşêre,
Û min bilind bike li ser zinar.
6
Hingê wê li hember dijminên dora min,
Bilind bibe serê min,
Û ezê bi şahî qurbanan li konê wî pêşkiş bikim,
Bi stranan, bi îlahiyan pesnê Xudan bidim.
7
Bibihîze ya Xudan, ez bi dengê xwe li te dikim bang,
Ber min bikeve, min bibersivîne!
8
Ya Xudan, te got, "Li rûyê min bigerin"
Dilê min ji te re got,
"Ez li rûyê te digerim."
9
Veneşêre rûyê xwe ji min,
Bi hêrs berî xulamê xwe nede!
Tu ji min re bûyî alîkar,
Min nehêle, min bernede,
Ey Xwedayê min ê xelaskar!
10
Dê û bavê min dev ji min berdin jî,
Wê Xudan li min xwedî derkeve.
11
Ya Xudan, riya xwe hînî min bike.
Li hember dijminên min,
Di riya rast de bibe rêber ji bo min.
12
Min ji kêfa dijminên min re nehêle,
Çimkî şahidên derewkar û zordar,
Li ber min rabûn.
13
Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran,
Bibînim qenciya Xudan.
14
Li benda Xudan be,
Hêzdar û bizirav be;
Erê li benda Xudan be!