Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
- 1
- Ronahî û rizgariya min e Xudan,
 Ez natirsim ji tu kesan.
 Hêza jiyana min e Xudan,
 Bo çi ezê bitirsim ji hinan?
- 2
- Xerabên ku hember û dijminên min in,
 Gava ku nêz bûn ji bo ku min bixwin,
 Ew bi xwe terpilîn û ketin.
- 3
- Ordiyek li hember min kon deyne,
 Dilê min natirse,
 Derkeve şer li hember min
 Dîsa jî hunda nabe baweriya min.
- 4
- Min tiştekî xwest ji Xudan, ez li wî geriyam:
 Temaşekirina bedewiya Xudan,
 Li perestgeha wî, ji bo ku ez ji wî re bibim heyran,
 Hemû rojên jiyana xwe li mala wî biborînim.
- 5
- Çimkî di roja şer de ewê min veşêre li holika xwe,
 Wê bi nixamtina konê xwe min veşêre,
 Û min bilind bike li ser zinar.
- 6
- Hingê wê li hember dijminên dora min,
 Bilind bibe serê min,
 Û ezê bi şahî qurbanan li konê wî pêşkiş bikim,
 Bi stranan, bi îlahiyan pesnê Xudan bidim.
- 7
- Bibihîze ya Xudan, ez bi dengê xwe li te dikim bang,
 Ber min bikeve, min bibersivîne!
- 8
- Ya Xudan, te got, "Li rûyê min bigerin"
 Dilê min ji te re got,
 "Ez li rûyê te digerim."
- 9
- Veneşêre rûyê xwe ji min,
 Bi hêrs berî xulamê xwe nede!
 Tu ji min re bûyî alîkar,
 Min nehêle, min bernede,
 Ey Xwedayê min ê xelaskar!
- 10
- Dê û bavê min dev ji min berdin jî,
 Wê Xudan li min xwedî derkeve.
- 11
- Ya Xudan, riya xwe hînî min bike.
 Li hember dijminên min,
 Di riya rast de bibe rêber ji bo min.
- 12
- Min ji kêfa dijminên min re nehêle,
 Çimkî şahidên derewkar û zordar,
 Li ber min rabûn.
- 13
- Ez bawer im ku ezê li diyarê jîndaran,
 Bibînim qenciya Xudan.
- 14
- Li benda Xudan be,
 Hêzdar û bizirav be;
 Erê li benda Xudan be!

