Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
1
Ez dixwazim ku hûn bizanin ez çiqas ji bo we, ji bo yên ku li Lawdikyayê ne û ji bo hemûyên ku rû bi rû ez nedîtime tekoşînê dikim.[a]
2
Ez dixwazim ku dilê wan bê handan* û ew di hezkirinê de bibin yek, da ku bigihîjin dewlemendiya têgihîştina bêkêmahî û sira Xwedê ya ku Mesîh e, bizanin.
3
Di şexsê wî de hemû xezîneyên zanîn û şehrezayiyê veşartî ne.
4
Ez vê yekê dibêjim, da ku tu kes we bi peyvên devnermiyê nexapîne.
5
Çimkî her çiqas ez bi bedenê ne li ba we bim jî, dîsa bi ruh bi we re me û ez bi dîtina serûberî û baweriya* we ya qayîm a bi Mesîh şa dibim.
Jiyana bi Mesîh 
6
Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wusa bi wî re girêdayî rêve herin.
7
Bi wî ve ra* bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila şikirdariya we zêde bibe.
8
Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in.
9
Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye.
10
Ew serê her serwerî û desthilatiyê ye û hûn bi wî temam bûne.
11
Hûn bi wî sinet* bûn, ne bi sineta ku bi dest hatiye kirin, lê ji aliyê Mesîh ve hûn hatine sinetkirin û we bedena xwe ya gunehkar ji xwe kiriye.
12
Di imadê* de hûn bi wî re hatin veşartin û di imadê de hûn bi wî re hatin rakirin jî, çimkî we baweriya xwe bi qeweta Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, anî.[b]
13
Û çaxê hûn hê di nav neheqiyan û di beden û dilê xwe yê sinetnebûyî de mirî bûn, Xwedê hûn bi Mesîh re vejandin û li hemû sûcên me bihûrt.[c]
14
Seneda deynên me ya ku bi qeydeyan li hember me bû, xîş kir, li xaçê xist û ji holê rakir.[d]
15
Bi vê yekê wî serwer û desthilatî bêçek kirin û li ser xaçê li hember wan bi serfirazî bi ser ket, bi eşkereyî wî ew raxistin ber çavan.
16
Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja* Şemiyê de, we dadbar* neke.[e]
17
Evên ha siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e.
18
Nebe yekî ku ji nefsbiçûkiya qelp û perizîna* milyaketan, ji dîtiniyên* ku dîtine û ji quretiya pûç a aqilê xwe yê dinyayî hez dike, we ji xelata we bike.
19
Yên weha xwe bi Serî ve nagirin. Bi wî Seriyî tevahiya bedenê, bi movik û pêgirêkan girêdayî tê xweyîkirin û bi mezinbûna ji Xwedê, mezin dibe.[f]
20
Madem hûn bi Mesîh re li hember hêzên ruhî yên vê dinyayê mirine, nexwe hûn çima weha dijîn wek ku hûn ên vê dinyayê ne û li gor rêz û tertîb dikin ên ku dibêjin:
21
«Vê negire, vê tam neke, dest nede vê!»
22
Evên ha hemû bi karanînê dirizin û diçin, ew li gor emir û hînkirina mirovan in.
23
Rast e, di dîndariya ji ber xwe çêkirî, di nefsbiçûkiya qelp û di eziyetkirina bedenê de ev wek şehrezayiyê tên dîtin, lê ji bo rawestandina xwestekên nefsê tu qîmeta wan tune.
  1. a. 2:1 Peyxama Yûhenna 1:11; 3:14
  2. b. 2:12 Romayî 6:4
  3. c. 2:13 Efesî 2:1-5
  4. d. 2:14 Efesî 2:15
  5. e. 2:16 Romayî 14:1-6
  6. f. 2:19 Efesî 4:16