Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- 1
- Ez dixwazim ku hûn bizanin ez çiqas ji bo we, ji bo yên ku li Lawdikyayê ne û ji bo hemûyên ku rû bi rû ez nedîtime tekoşînê dikim.[a]
- 2
- Ez dixwazim ku dilê wan bê handan* û ew di hezkirinê de bibin yek, da ku bigihîjin dewlemendiya têgihîştina bêkêmahî û sira Xwedê ya ku Mesîh e, bizanin.
- 3
- Di şexsê wî de hemû xezîneyên zanîn û şehrezayiyê veşartî ne.
- 4
- Ez vê yekê dibêjim, da ku tu kes we bi peyvên devnermiyê nexapîne.
- 5
- Çimkî her çiqas ez bi bedenê ne li ba we bim jî, dîsa bi ruh bi we re me û ez bi dîtina serûberî û baweriya* we ya qayîm a bi Mesîh şa dibim.
- Jiyana bi Mesîh
- 6
- Îcar we çawa Xudan Mesîh Îsa qebûl kiribe, wusa bi wî re girêdayî rêve herin.
- 7
- Bi wî ve ra* bidin û ava bibin; wek ku hûn hatine hînkirin, di baweriyê de qayîm bibin û bila şikirdariya we zêde bibe.
- 8
- Hay ji xwe hebin, bila tu kes we bi felsefe û xapandina pûç li gor adetên mirovan dîl negire. Ew li gor hêzên ruhî yên vê dinyayê ne, ne li gor Mesîh in.
- 9
- Çimkî hemû tijetiya Xwedêtiyê bi bedenî di Mesîh de ye.
- 10
- Ew serê her serwerî û desthilatiyê ye û hûn bi wî temam bûne.
- 11
- Hûn bi wî sinet* bûn, ne bi sineta ku bi dest hatiye kirin, lê ji aliyê Mesîh ve hûn hatine sinetkirin û we bedena xwe ya gunehkar ji xwe kiriye.
- 12
- Di imadê* de hûn bi wî re hatin veşartin û di imadê de hûn bi wî re hatin rakirin jî, çimkî we baweriya xwe bi qeweta Xwedayê ku ew ji nav miriyan rakir, anî.[b]
- 13
- Û çaxê hûn hê di nav neheqiyan û di beden û dilê xwe yê sinetnebûyî de mirî bûn, Xwedê hûn bi Mesîh re vejandin û li hemû sûcên me bihûrt.[c]
- 14
- Seneda deynên me ya ku bi qeydeyan li hember me bû, xîş kir, li xaçê xist û ji holê rakir.[d]
- 15
- Bi vê yekê wî serwer û desthilatî bêçek kirin û li ser xaçê li hember wan bi serfirazî bi ser ket, bi eşkereyî wî ew raxistin ber çavan.
- 16
- Loma bila tu kes di pirsa xwarin, an vexwarin, an cejn, an meha nû, an jî roja* Şemiyê de, we dadbar* neke.[e]
- 17
- Evên ha siya wan tiştên ku wê bên in, lê ya rast Mesîh e.
- 18
- Nebe yekî ku ji nefsbiçûkiya qelp û perizîna* milyaketan, ji dîtiniyên* ku dîtine û ji quretiya pûç a aqilê xwe yê dinyayî hez dike, we ji xelata we bike.
- 19
- Yên weha xwe bi Serî ve nagirin. Bi wî Seriyî tevahiya bedenê, bi movik û pêgirêkan girêdayî tê xweyîkirin û bi mezinbûna ji Xwedê, mezin dibe.[f]
- 20
- Madem hûn bi Mesîh re li hember hêzên ruhî yên vê dinyayê mirine, nexwe hûn çima weha dijîn wek ku hûn ên vê dinyayê ne û li gor rêz û tertîb dikin ên ku dibêjin:
- 21
- «Vê negire, vê tam neke, dest nede vê!»
- 22
- Evên ha hemû bi karanînê dirizin û diçin, ew li gor emir û hînkirina mirovan in.
- 23
- Rast e, di dîndariya ji ber xwe çêkirî, di nefsbiçûkiya qelp û di eziyetkirina bedenê de ev wek şehrezayiyê tên dîtin, lê ji bo rawestandina xwestekên nefsê tu qîmeta wan tune.
- a. 2:1 Peyxama Yûhenna 1:11; 3:14
- b. 2:12 Romayî 6:4
- c. 2:13 Efesî 2:1-5
- d. 2:14 Efesî 2:15
- e. 2:16 Romayî 14:1-6
- f. 2:19 Efesî 4:16