Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Jiyana Nû ya bi Mesîh 
1
Madem ku hûn bi Mesîh re hatine rakirin, li tiştên li jor bigerin. Li wê derê Mesîh li milê Xwedê yê rastê rûniştiye.[a]
2
Ne tiştên li ser rûyê erdê, lê tiştên li jor bifikirin.
3
Çimkî hûn mirin û jiyana we bi Mesîh re li ba Xwedê hilanî ye.
4
Çaxê Mesîh ê ku jiyana we ye xuya bibe, hûn jî, hûnê hingê bi wî re di rûmetê de xuya bibin.
5
Loma xwestekên xwe yên dinyayî, fuhûşî, pîsîtî, şehwet, xwesteka xerab û çavbirçîtiya ku pûtperestî* ye, bikujin.
6
Ji ber van, xezeba Xwedê tê ser wan ên ku bi ya wî nakin.
7
Demekê gava ku hûn di van tiştan de rêve diçûn, we jî dema xwe bi wan derbas dikir.
8
Lê niha hûn van hemûyan, xezebê, hêrsbûnê, xerabiyê, buxtanê û devpîsîtiyê ji xwe bikin.
9
Derewan li hev nekin, çimkî we mirovê kevin bi kirinên wî ve ji ser xwe avêtiye û[b]
10
we mirovê nû yê ku ji bo zanîna temam li gor sûretê Afirandarê xwe tê nûkirin, li xwe kiriye.[c]
11
Êdî Yewnanî* û Cihû, sinetkirî û sinetnekirî, Îskît û hovên din, xulam û azad tune; lê belê Mesîh her tişt e û bi her kesî re ye.
12
Îcar wek bijartiyên Xwedê yên pîroz û hezkirî, hûn dilovanî, qencî, nefsbiçûkî, nermî û bîhnfirehiyê li xwe bikin.[d]
13
Li hember hev bîhnfireh bin, eger gazina yekî ji yê din hebe, çawa ku Xudan li we bihûrtiye, hûn jî wusa li hevdû bibihûrin.[e]
14
Îcar li ser van hemûyan hezkirina ku girêdana bêkêmahîtiyê ye li xwe bikin.
15
Bila aştiya Mesîh di dilê we de serwer be. Hûn wek endamên bedenekê ji bo vê aştiyê hatine gazîkirin û şikirdar bin.
16
Bila peyva Mesîh bi hemû dewlemendiya xwe ve, di dilê we de cih bigire. Bi hemû şehrezayiyê hevdû hîn bikin, şîretan li hev bikin; bi gotina Zebûran, lavije* û stranên ruhanî, di dilê xwe de bi şikirdarî ji Xwedê re bistrînin.
17
Her tiştê ku hûn dikin, bi gotinê be an bi kirinê be, bi navê Xudan Îsa bikin û bi saya wî ji Bav Xwedê re şikir bikin.[f]
Têkiliyên Navmalê 
18
Jinno, bi awayê ku hêjayî Xudan e, bi ya mêrê xwe bikin[g]
19
Mêrno, bila her kes ji jina xwe hez bike û bi wê re ne hişk be.[h]
20
Zarokno, di her tiştî de serî li ber dê û bavê xwe deynin, çimkî ev li Xudan xweş tê.[i]
21
Bavno, zarokên xwe neêşînin, da ku cesareta wan neşkê.[j]
22
Xulamno, di her tiştî de serî li ber mîrzayên xwe yên li ser dinyayê deynin. Vê jî, ne ji bo ku hûn li ber çavê mirovan xweş bên dîtin, lê belê bi hemû dilê xwe û bi tirsa Xudan bikin.[k]
23
Hûn her çi bikin, wek ku hûn ne ji mirovan re, lê ji Xudan re dikin, bi dil û can bikin.
24
Hûn dizanin xelata ku mîras e, hûnê ji Xudan bistînin. Çimkî hûn ji Xudan Mesîh re xizmetê dikin.
25
Lê yê ku neheqiyê dike, ewê wê neheqiya ku kiriye bistîne û xatirgirtin tune.[l]
  1. a. 3:1 Zebûr 110:1
  2. b. 3:9 Efesî 4:22
  3. c. 3:10 Efesî 4:24; Destpêkirin 1:26
  4. d. 3:12-13 Efesî 4:2
  5. e. 3:13 Efesî 4:32
  6. f. 3:16-17 Efesî 5:19-20
  7. g. 3:18 Efesî 5:22; Petrûs I, 3:1
  8. h. 3:19 Efesî 5:25; Petrûs I, 3:7
  9. i. 3:20 Efesî 6:1
  10. j. 3:21 Efesî 6:4
  11. k. 3:22-25 Efesî 6:5-8
  12. l. 3:25 Dubarekirina Şerîetê 10:17; Efesî 6:9