Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Mirina Lazar 
1
Îcar mirovek bi navê Lazar nexweş bû. Ew ji Beytanyayê, ji gundê Meryemê* û xwişka wê Mertayê bû.
2
Lazarê nexweş birayê Meryemê bû, ya ku rûnê bîhnxweş li Xudan dabû û bi porê xwe lingên wî paqij kiribûn.
3
Herdu xwişkan ji Îsa re xeber şandin û gotin: «Ya Xudan, yê ku tu jê hez dikî nexweş e.»
4
Lê dema ku Îsa ev yek bihîst, wî got: «Ev nexweşî ne ji bo mirinê ye, lê belê ew ji bo rûmeta Xwedê ye, da ku Kurê Xwedê pê bi rûmet bibe.»
5
Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir.
6
Lê dema bihîst ku Lazar nexweş e, ew du rojên din jî li wî cihê ku lê bû ma.
7
Paşê wî ji şagirtên xwe re got: «Em dîsa herin Cihûstanê.»
8
Şagirtan jê re got: «Mamoste, hê niha bû Cihû li kevirkirina te digeriyan, ma tu dîsa diçî wê derê?»
9
Îsa bersîva wan da: «Ma di rojekê de diwanzdeh saet tunin? Eger yek bi roj bigere, naterpile*, çimkî ew ronahiya vê dinyayê dibîne.
10
Lê eger yek di şevê de bigere, ew diterpile, çimkî bi wî re ronahî tune.»
11
Piştî van peyvan wî ji wan re got: «Dostê me Lazar bi xew ve çûye, lê ez diçim wî hişyar bikim.»
12
Şagirtan jê re got: «Ya Xudan, eger ew ketibe xewê, ewê qenc bibe.»
13
Niha Îsa li ser mirina wî digot, lê wan guman kir ku ew li ser razana wî dibêje.
14
Li ser vê yekê Îsa bi eşkereyî ji wan re got: «Lazar miriye.
15
Û ji bo we ez dilşa me ku ez ne li wê derê bûm, da ku hûn bawer bikin. De niha rabin, em herin ba wî.»
16
Hingê Tûmayê ku jê re Cêwî digotin, ji hevalên xwe yên şagirt re got: «Em jî herin, da ku em bi wî re bimirin.»
Vejîn û Jiyan 
17
Dema ku Îsa hat, wî dît ku beriya çar rojan Lazar kirine gorê.
18
Beytanya nêzîkî Orşelîmê bû û li dora sê kîlometreyan jê dûr bû.
19
Gelek Cihû hatibûn ba Merta û Meryemê, da ku ji ber mirina birayê wan di ber dilê wan de bên.
20
Gava Mertayê bihîst ku Îsa tê, ew çû pêşiya wî. Lê Meryem li malê ma.
21
Mertayê ji Îsa re got: «Ya Xudan, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.
22
Niha jî ez dizanim tu çi ji Xwedê bixwazî, ewê bide te.»
23
Îsa ji wê re got: «Birayê te wê dîsa rabe.»
24
Mertayê lê vegerand: «Ez dizanim Roja Dawî, Roja* Vejînê ewê dîsa rabe.»
25
Îsa ji wê re got: «Vejîn* û jiyan ez im, yê ku bawerî bi min anîbe, miribe jî ewê bijî.
26
Û her kesê ku dijî û baweriyê bi min tîne, qet namire. Tu vê yekê bawer dikî?»
27
Mertayê ji wî re got: «Erê ya Xudan*, ez bawer dikim ku tu Mesîh î, Kurê Xwedê yî, ku wê bihata dinyayê.»
Îsa Digirî 
28
Piştî ku wê ev got, çû gazî xwişka xwe Meryemê kir û bi dizî got: «Mamoste li vir e û ew gazî te dike.»
29
Gava ku Meryemê ev bihîst, zû rabû çû ba Îsa.
30
Îsa hê negihîştibû gund û hê li wî cihî bû, dera ku Merta hatibû pêşiya wî.
31
Cihûyên ku li malê bi wê re bûn û di ber dilê we de dihatin, gava dîtin ku Meryem zû rabû derket derve, dan pey wê. Wan guman kir ew diçe ser gorê ku bigirî.
32
Dema ku Meryem hat cihê ku Îsa lê bû, ew dît, xwe avêt lingên wî û got: «Ya Xudan, eger tu li vê derê bûyayî, birayê min nedimir.»
33
Gava ku Îsa çav bi giriyê wê û bi giriyê Cihûyên ku pê re hatibûn ket, ji kûr ve naliya û kederê ruhê wî girt.
34
Wî ji wan pirsî: «We ew li ku derê veşart?» Wan jê re got: «Ya Xudan, were û bibîne.»
35
Îsa giriya.
36
Hingê Cihûyan got: «Binêrin, çiqas ji wî hez dikir!»
37
Lê hinekan ji wan got: «Ma yê ku çavên ê kor vekirin, nikaribû tiştekî bike ku ev mirov jî nemire?»
Îsa Lazarê Mirî Radike 
38
Li ser vê yekê Îsa dîsa ji kûr ve naliya û gihîşt ser gorê. Gor şkeftek bû û kevirek li ber derê wê bû.
39
Îsa got: «Kevir rakin.» Xwişka yê mirî Mertayê ji wî re got: «Ya Xudan, êdî bîhn ketiyeyê, ev çar roj e ku ew miriye.»
40
Îsa ji wê re got: «Ma min ji te re negot, eger tu bawer bikî, tê rûmeta Xwedê bibînî?»
41
Îcar kevir rakir. Îsa çavên xwe ber bi jor ve hilda û got: «Bavo, ji ber ku te ez bihîstim, ez ji te re şikir dikim.
42
Ez dizanim ku tu hergav min dibihîzî, lê min ev ji bo elaleta li hawirdorê rawestayî got, da ku bawer bikin ku te ez şandime.»
43
Piştî ku wî weha got, ew bi dengekî bilind qîriya: «Lazar, were derve!»
44
Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve. Îsa ji wan re got: «Wî vekin û bihêlin bila here.»
Şêwira Kuştina Îsa 
45
Gelek Cihûyên ku hatibûn ba Meryemê û tiştên ku Îsa kiribûn dîtin, bawerî bi wî anîn.
46
Lê hinek ji wan jî çûn ba Fêrisiyan û tiştên ku Îsa dikirin ji wan re gotin.
47
Îcar Fêrisî û serekên kahînan civîna* giregiran gazî ba hev kirin û gotin: «Emê çi bikin? Ev mirov gelek nîşanan çêdike.
48
Eger em wî weha bihêlin, hemû kes wê baweriyê bi wî bîne û Romayî jî wê bên, cihê me yê pîroz û miletê me ji holê rakin.»
49
Yekî ji nav wan, Qeyafayê ku wê salê Serokkahîn bû ji wan re got: «Hûn qet tiştekî fêm nakin.
50
Ma hûn nafikirin, ji bo ku tevahiya milet helak nebe, di oxira gel de mirovek bimire, ji bo we çêtir e.»
51
Wî ev ji ber xwe negot, lê ji ber ku ew Serokkahînê wê salê bû, wî pêxemberîtî kir ku Îsa wê ji bo milet bimire.
52
Ne bi tenê di oxira wî miletî de, lê ewê ji bo civandin û yekîtiya zarokên Xwedê yên belavbûyî jî bimira.
53
Îcar ji wê rojê ve şêwira kuştina Îsa kirin.
54
Loma Îsa êdî bi eşkereyî di nav Cihûyan de negeriya. Lê ew ji wê derê derket, çû herêmeke nêzîkî çolê, bajarê ku jê re Efrayîm digotin û bi şagirtên xwe ve li wê derê ma.
55
Cejna* Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk bû. Gelek kesên ji gundên hawirdor, ji bo ku li gor adetan xwe paqij bikin, beriya Cejna Derbasbûnê hilkişiyan Orşelîmê.
56
Ew li wê derê li Îsa digeriyan û gava li Perestgehê radiwestan, ji hevdû dipirsîn: «Hûn çi dibêjin? Ma ew qet nayê cejnê?»
57
Fêrisî û serekên kahînan jî emir derxistibûn, eger kesek bizane ew li ku derê ye, divê haya wan pê bixe, da ku wî bigirin.