Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Dua zilamê hejar ê ku ji neçarî derdê xwe ji Xudan re dibêje.
- 1
- Ya Xudan, bibihîze dua min,
 Bila bigihîje ba te feryada min.
- 2
- Di roja teng de tu rûyê xwe li min nezivêre,
 Goh bide dengê min,
 Roja ku min bangî te kir, tu zû bide bersîva min.
- 3
- Çimkî rojên min, wek dûmanê tune dibin,
 Wek êzingê agirpêketî, dişewitin hestiyên min.
- 4
- Dilê min, wek giyayê çilmisî ziwa bû,
 Min nan xwarinê jibîr kir.
- 5
- Ji ber nalînên xwe,
 Heliyam, ez çerm û hestî mam.
- 6
- Ez wek bûmê çolê me,
 Wek kundê li nav wêranê me.
- 7
- Xew nakeve çavê min,
 Wek beytika tenê ya li ser ban im.
- 8
- Dijminên min, tevahiya rojê neheqiyê dikin li min,
 Yên ji min hêrsbûyî, naletê tînin li navê min.
- 9
- Çimkî ji ber hêrs û xezeba te,
 Ez wek nan, xweliyê dixwim,
- 10
- Û ez hêstirên çavê xwe vedixwim.
 Çimkî te ez hildam û li erdê xistim.
- 11
- Rojên min wek siya berê êvarê ne,
 Û ez, wek giya çilmisîm.
- 12
- Belê tu ya Xudan, tu her û her li ser textê xwe yî,
 Û hemû nifş, wê te bibîr bînîn.
- 13
- Tê rabî û ji Siyonê re dilovaniyê nîşan bidî,
 Dema li wê rehimkirinê ye, ew dema kifşkirî hat.
- 14
- Evdên te, ji kevirê wê derê hez dikin,
 Ber toza wê derê dikevin.
- 15
- Netew ji navê Xudan,
 Hemû padîşahên dinê ji rewnaqiya te ditirsin.
- 16
- Çimkî wê Xudan Sîyonê ji nû ve ava ke,
 Û bajêr bi rewnaqî xuya ke.
- 17
- Wê dua hejaran bibihîze,
 Lavakirina wan biçûk nebîne.
- 18
- Bila ev ji bo nifşên bê were nivîsîn,
 Û gelê ku hê çênebûye,
 Ji Xudan re spas bike.
- 19
- Çimkî Xudan, ji bilindahiya pîrozgeha xwe,
 Ji ezmanan, li erdê nihart.
- 20
- Da ku nalînên girtiyan bibihîze,
 Û zaryênên mirinê rizgar ke.
- 21
- Gava ku gel û padîşahî
 Ji bo perizîna Xudan bicivin,
- 22
- Wê navê wî li Siyonê,
 Pezindana wî li Orşelîmê bê bihîstin.
- 23
- Di nîvê rê de Xudan hêza min qels kir,
 Rojên min kêm kir.
- 24
- Min got, "Ey Xwedayê min, di nîvê rojên min de tu min nestîne!
 Salên te, dewran bi dewran dajon!
- 25
- "Te ji berê ve bingeha dinyayê danî,
 Ezman jî karên destê te ne.
- 26
- Ewê tune bibin, belê tê bimînî.
 Ewê hemû wek kincekî kevin bibin.
 Tê wan wek xiftanekî biguhêrî,
 Ewê biguherin.
- 27
- Belê tu hergav wek xwe yî,
 Dawiya salên te, tune.
- 28
- Wê li ber çavên te bijîn zarokên evdên te,
 Nîjada wan wê raweste li pêş te."

