Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Dua zilamê hejar ê ku ji neçarî derdê xwe ji Xudan re dibêje.
 - 1
 - Ya Xudan, bibihîze dua min,
Bila bigihîje ba te feryada min. - 2
 - Di roja teng de tu rûyê xwe li min nezivêre,
Goh bide dengê min,
Roja ku min bangî te kir, tu zû bide bersîva min. - 3
 - Çimkî rojên min, wek dûmanê tune dibin,
Wek êzingê agirpêketî, dişewitin hestiyên min. - 4
 - Dilê min, wek giyayê çilmisî ziwa bû,
Min nan xwarinê jibîr kir. - 5
 - Ji ber nalînên xwe,
Heliyam, ez çerm û hestî mam. - 6
 - Ez wek bûmê çolê me,
Wek kundê li nav wêranê me. - 7
 - Xew nakeve çavê min,
Wek beytika tenê ya li ser ban im. - 8
 - Dijminên min, tevahiya rojê neheqiyê dikin li min,
Yên ji min hêrsbûyî, naletê tînin li navê min. - 9
 - Çimkî ji ber hêrs û xezeba te,
Ez wek nan, xweliyê dixwim, - 10
 - Û ez hêstirên çavê xwe vedixwim.
Çimkî te ez hildam û li erdê xistim. - 11
 - Rojên min wek siya berê êvarê ne,
Û ez, wek giya çilmisîm. - 12
 - Belê tu ya Xudan, tu her û her li ser textê xwe yî,
Û hemû nifş, wê te bibîr bînîn. - 13
 - Tê rabî û ji Siyonê re dilovaniyê nîşan bidî,
Dema li wê rehimkirinê ye, ew dema kifşkirî hat. - 14
 - Evdên te, ji kevirê wê derê hez dikin,
Ber toza wê derê dikevin. - 15
 - Netew ji navê Xudan,
Hemû padîşahên dinê ji rewnaqiya te ditirsin. - 16
 - Çimkî wê Xudan Sîyonê ji nû ve ava ke,
Û bajêr bi rewnaqî xuya ke. - 17
 - Wê dua hejaran bibihîze,
Lavakirina wan biçûk nebîne. - 18
 - Bila ev ji bo nifşên bê were nivîsîn,
Û gelê ku hê çênebûye,
Ji Xudan re spas bike. - 19
 - Çimkî Xudan, ji bilindahiya pîrozgeha xwe,
Ji ezmanan, li erdê nihart. - 20
 - Da ku nalînên girtiyan bibihîze,
Û zaryênên mirinê rizgar ke. - 21
 - Gava ku gel û padîşahî
Ji bo perizîna Xudan bicivin, - 22
 - Wê navê wî li Siyonê,
Pezindana wî li Orşelîmê bê bihîstin. - 23
 - Di nîvê rê de Xudan hêza min qels kir,
Rojên min kêm kir. - 24
 - Min got, "Ey Xwedayê min, di nîvê rojên min de tu min nestîne!
Salên te, dewran bi dewran dajon! - 25
 - "Te ji berê ve bingeha dinyayê danî,
Ezman jî karên destê te ne. - 26
 - Ewê tune bibin, belê tê bimînî.
Ewê hemû wek kincekî kevin bibin.
Tê wan wek xiftanekî biguhêrî,
Ewê biguherin. - 27
 - Belê tu hergav wek xwe yî,
Dawiya salên te, tune. - 28
 - Wê li ber çavên te bijîn zarokên evdên te,
Nîjada wan wê raweste li pêş te." 

