Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê ya Dawid.
 - 1
 - Gava ji min re dibêjin, "Em herin mala Xudan"
Ez şa dibim. - 2
 - Lingên me li ber derên te disekinin,
Ey Orşelîm! - 3
 - Orşelîm ku,
Wek bajarek bi pergal û bi aheng hatiye avakirin! - 4
 - Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan,
Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin,
Sipasî bidin navê Xudan. - 5
 - Çimkî li wê derê textên dadbarkirinê,
Textên mala Dawid hatine danîn. - 6
 - Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin:
"Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin! - 7
 - Bila di nav sûrên te de aştî hebe,
Qesrên te di nav aştiyê de bin!" - 8
 - Ji bo xatirê bira û hevalên xwe,
Ezê bêjim, "Aştî li ser te!" - 9
 - Ji bo xatirê mala Xudanê me Xwedê,
Ezê qenciya te bixwazim. 

