Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê ya Dawid.
- 1
- Gava ji min re dibêjin, "Em herin mala Xudan"
 Ez şa dibim.
- 2
- Lingên me li ber derên te disekinin,
 Ey Orşelîm!
- 3
- Orşelîm ku,
 Wek bajarek bi pergal û bi aheng hatiye avakirin!
- 4
- Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan,
 Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin,
 Sipasî bidin navê Xudan.
- 5
- Çimkî li wê derê textên dadbarkirinê,
 Textên mala Dawid hatine danîn.
- 6
- Ji bo Orşelîmê aştiyê bixwazin:
 "Yên ku ji te hez dikin, bila di rihetiyê de bin!
- 7
- Bila di nav sûrên te de aştî hebe,
 Qesrên te di nav aştiyê de bin!"
- 8
- Ji bo xatirê bira û hevalên xwe,
 Ezê bêjim, "Aştî li ser te!"
- 9
- Ji bo xatirê mala Xudanê me Xwedê,
 Ezê qenciya te bixwazim.

