Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê ya Silêman. 
1
Eger Xudan malê çêneke,
Avakar beredayî dixebitin.
Eger Xudan bajêr neparêze,
Notirvan beredayî hişyar dimîne.
2
Zû rabûn,
Dereng razan,
Xema derbasiyê kirin, ji bo we pûç e.
Çimkî Xudan, razayî be jî, dide heskiriyê xwe.
3
Zarok ji Xudan mîras in,
Berê malzarokê, perrû ye.
4
Tîrê di destê mêrxas de çi be,
Zarokên ku di xortaniyê de çêdibin, ew in.
5
Xwezî bi wî zilamî ku rextê wî yê tîran tije ye!
Gava ku ew li ber derê bajêr bi dijminên xwe re devjenî dike,
Ew şermî nabe.