Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê.
 - 1
 - Min ji kûrahiyan bangî te kir, ya Xudan!
 - 2
 - Tu dengê min bibihîze, ya Reb!
Tu baş goh bide hawara min! - 3
 - Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan,
Ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan? - 4
 - Belê tu bexişkar î,
Da ku ji te bê tirsîn. - 5
 - Çavê min li riya Xudan e,
Canê min li benda wî ye,
Hêviya min peyva wî ye. - 6
 - Yên ku li benda sibê ne,
Erê, ji yên ku li benda sibê ne bêtir,
Canê min li benda Reb e. - 7
 - Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde!
Çimkî li ba Xudan kerem,
Û bi wî rizgariya temam heye. - 8
 - Yê ku wê Îsraêlê,
Ji hemû gunehên wê rizgar bike ew e. 

