Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavija Hecê.
- 1
- Min ji kûrahiyan bangî te kir, ya Xudan!
- 2
- Tu dengê min bibihîze, ya Reb!
 Tu baş goh bide hawara min!
- 3
- Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan,
 Ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan?
- 4
- Belê tu bexişkar î,
 Da ku ji te bê tirsîn.
- 5
- Çavê min li riya Xudan e,
 Canê min li benda wî ye,
 Hêviya min peyva wî ye.
- 6
- Yên ku li benda sibê ne,
 Erê, ji yên ku li benda sibê ne bêtir,
 Canê min li benda Reb e.
- 7
- Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde!
 Çimkî li ba Xudan kerem,
 Û bi wî rizgariya temam heye.
- 8
- Yê ku wê Îsraêlê,
 Ji hemû gunehên wê rizgar bike ew e.

