Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 148
 - 1
 - Pesnê Xudan bidin!
Ji ezmanan pesnê Xudan bidin,
Ji berziyan pesnê wî bidin! - 2
 - Ey hemû milyaketên wî, pesnê wî bidin,
Ey hemû ordiyên wî, pesnê wî bidin! - 3
 - Ey roj û hîv, pesnê wî bidin,
Ey hemû stêrên birqok, pesnê wî bidin! - 4
 - Ey ezmanên ezmanan,
Û avên li ser ezmanan,
Pesnê wî bidin! - 5
 - Bila ew pesnê navê Xudan bidin,
Çimkî wî emir da û ew hatin afirandin; - 6
 - Wî ew ji bo her û her, li cihê wan da rûniştandin,
Qanûnen ku danî, nayên betalkirin. - 7
 - Ji ser rûyê erdê pesnê Xudan bidin,
Ey hûtên deryayê û hemû kûrahî, - 8
 - Agir û zîpik û berf û ewr,
Bahozên ku bi fermana wî dikin, - 9
 - Çiya û hemû mil,
Darên meywan û darên sediran, - 10
 - Heywanên kûvî û dewar,
Yên ku li erdê dişêlin, çûkên ku difirin, - 11
 - Padîşahên dinê û hemû gel,
Serok û serwerên hemû dinê, - 12
 - Xortên mêrxas û keç,
Yên pîr û zarok! - 13
 - Bila pesnê navê Xudan bidin,
Çimkî tenê navê wî berz e.
Berziya wî di ser erd û ezman re ye. - 14
 - Wî ji bo gelê xwe serokek rakir,
Pesnê hemû dilsozên wî,
Û gelê Îsraêlê yê ku nêzikî wî ye bidin,
Pesnê Xudan bidin. 

