Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Ezman berziya Xwedê didin nîşan,
 Qûba ezman karê destê wî didin xuyan.
- 2
- Roj ji rojê re gotin dibêje,
 Şev ji şevê re zanînê dide nîşan.
- 3
- Ne gotin heye, ne peyivîn,
 Dengê wan nayê bihîstin.
- 4
- Belê dengê wan belav dibe li tevahiya dinê,
 Û dengê wan diçe heta dawiya cîhanê.
 Xwedê, ji bo rojê li ezmanan çadir danî.
- 5
- Roj, wek zavayê ku ji gerdekê dertê ye,
 Bi kêf e, wek bezdarê li ber bezînê ye.
- 6
- Dertê ji aliyekî ezman,
 Dizivire heta dawiya ezman,
 Tu tişt nikare xwe veşêre ji germahiyan.
- 7
- Tekûz e şerîeta Xudan, can dide can,
 Dilsoz e şehadeta Xwedê,
 Şehrezayî dide şaşan.
- 8
- Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan,
 Emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan.
- 9
- Tirsa Xudan paqij e, her û her dimîne,
 Dadbariyên Xudan heq in, hemû jî rastî ne.
- 10
- Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir,
 Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir.
- 11
- Evdê te bi wan tê hişyarkirin,
 Yên wan tînin cih, distînin perrûya mezintirîn.
- 12
- Kî dikare şaşiyên xwe bibîne,
 Ji gunehên bi dizî tu min bibexşîne,
- 13
- Bibexşîne evdê xwe ji gunehên bi zanîn,
 Nehêle ku li ser min bibin padîşah!
 Hingê ezê tekûz bibim,
 Ji serhildana mezin bêrî bim.
- 14
- Gotina ku dertê ji devê min,
 Fikra ku diçe ji dilê min,
 Bila maqûl bê dîtin li pêş te,
 Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê min!

