Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Dawid.
 - 1
 - Dinya û hemû kesên ku tê de ne,
Ruyê erdê û tijebûna wê, ya Xudan e. - 2
 - Çimkî wî ava kir ew li ser deryayan,
Da sekinandin li ser çeman. - 3
 - Kî dikare derkeve çiyayê Xudan,
Û raweste li cihê wî yê pîroz? - 4
 - Ew zilamê ku destê wî paqij û dilê wî pak e,
Dilê wî neketiye pey derewkarî,
Û ne jî sond xwarî bi hîlekarî. - 5
 - Ew ji Xudan pîroziyê,
Ji Xwedayê rizgarkirina xwe mafdariyê distîne. - 6
 - Yên weha ji wî nifşî ne ku li wî digerin,
Ew gelê Aqûb in ku li riya Xudan digerin. - 7
 - Ey derîno, serê xwe bilind kin!
Vebin, ey deriyên kevin!
Da ku Padîşahê berz têkeve hundir! - 8
 - Ma kî ye ev Padîşahê berz?
Ew Xudan e, hêzdar û pêkar
Ew Xudan e, di şer de mêrxas. - 9
 - Ey derîno, serê xwe rakin!
Vebin ey deriyên kevin!
Da ku padîşahê berz têkeve hundir! - 10
 - Ma kî ye ev Padîşahê berz?
Ew e Xudanê artêşên ezman,
Ew e Padîşahê berziyê. 

