Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid, çaxê ku ji kurê xwe Abşalom reviya. 
1
Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min,
Gelekan serî rakir li ber min.
2
Gelek kes li ser min dibêjin:
"Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne."
3
Belê tu ya Xudan, tu mertal î li hawirdora min,
Tu yî, berzî û serbilindiya min.
4
Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan,
Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.
5
Ez razam di xew re çûm,
Ez cardin hişyar bûm, çimkî Xudan ji min re bû destek.
6
Tirsa min,
Ji peraniya ku çaralî dor li min pêçaye tune.
7
Ya Xudan rabe, ey Xwedê min xelas ke,
Li çena hemû dijminên min xe,
Diranê xeraban bişikîne.
8
Xelasî bi Xudan e,
Bila bereketa te li ser gelê te be.