Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Xwezî bi wî, ku xwedî dertê li hejaran!
Di roja xerab de, wî xelas dike Xudan.
2
Xudan wî digire, dide wî jiyan,
Li welat wî dilgeş dike,
Wî nade destê dijminan.
3
Di dema bêtaqetiyê de,
Xudan ji bo wî dibe destek,
Di nexweşînê de ji bo wî tîne sihet.
4
Min got, "Li min were rehmê ya Xudan!
Şîfa bide min, çimkî min li pêş te kir gunehan!"
5
Dijminên min, bi xerabî dipeyivin li hember min,
Dibêjin "Wê kîngê bimire û navê wî rabe."
6
Çaxê tên dîtina min, gotinên vala dikin,
Bi dilê xwe fesadiyê dicivînin,
Bi derketina derve re, wê li hember min dixebitînin.
7
Hemû yên ku nefret dikin ji min,
Dibe piste pista wan li dijberî min.
Xerabiyê difikirin ji bo min.
8
Dibêjin, "Va ye belak xerab hat serê wî,
Ew raza û hew radibe êdî."
9
Yê ku nanê min xwar, dostê min ê nêzik û ewledar,
Bêbextî li min kir.
10
Belê tu ya Xudan, li min were rehmê, min rake.
Da ku ez ji heqê wan werim der.
11
Gava ku dijminê min, pesnê xwe nede li hember min,
Hingê ezê bizanibim ku tu hez dikî ji min.
12
Ji ber durustiya min, tu dibî alîkarê min,
Tu hergav min digrî li huzûra xwe.
13
Xwedayê Îsraêlê, Xudan,
Ji destpêkê heta bi hetayê pîroz be!
Amîn û amîn!