Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
 - 1
 - Xwezî bi wî, ku xwedî dertê li hejaran!
Di roja xerab de, wî xelas dike Xudan. - 2
 - Xudan wî digire, dide wî jiyan,
Li welat wî dilgeş dike,
Wî nade destê dijminan. - 3
 - Di dema bêtaqetiyê de,
Xudan ji bo wî dibe destek,
Di nexweşînê de ji bo wî tîne sihet. - 4
 - Min got, "Li min were rehmê ya Xudan!
Şîfa bide min, çimkî min li pêş te kir gunehan!" - 5
 - Dijminên min, bi xerabî dipeyivin li hember min,
Dibêjin "Wê kîngê bimire û navê wî rabe." - 6
 - Çaxê tên dîtina min, gotinên vala dikin,
Bi dilê xwe fesadiyê dicivînin,
Bi derketina derve re, wê li hember min dixebitînin. - 7
 - Hemû yên ku nefret dikin ji min,
Dibe piste pista wan li dijberî min.
Xerabiyê difikirin ji bo min. - 8
 - Dibêjin, "Va ye belak xerab hat serê wî,
Ew raza û hew radibe êdî." - 9
 - Yê ku nanê min xwar, dostê min ê nêzik û ewledar,
Bêbextî li min kir. - 10
 - Belê tu ya Xudan, li min were rehmê, min rake.
Da ku ez ji heqê wan werim der. - 11
 - Gava ku dijminê min, pesnê xwe nede li hember min,
Hingê ezê bizanibim ku tu hez dikî ji min. - 12
 - Ji ber durustiya min, tu dibî alîkarê min,
Tu hergav min digrî li huzûra xwe. - 13
 - Xwedayê Îsraêlê, Xudan,
Ji destpêkê heta bi hetayê pîroz be!
Amîn û amîn! 

