Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Lavij, Zebûra lawên Korah e.
 - 1
 - Xudan mezin e û li bajarê Xwedayê me,
Li çiyayê wî yê pîroz, hêjayî spaskirinê ye. - 2
 - Bajarê padîşahê mezin ê li bakûr,
Çiyayê Sîyonê yê xweş bilind,
Şahiya hemû erdê ye. - 3
 - Xwedê xwe li kelehên wî,
Wek birceke bilind da bihîstin. - 4
 - Padîşah civiyan,
Bi hev re bi ser Sîyonê ve meşiyan. - 5
 - Belê bi dîtina wê şaş man,
Tirsiyan û zû reviyan. - 6
 - Li wir, lerizînekê bi wan girt.
Janekê bi wan girt, wek jina ku zarok tîne. - 7
 - Bi bayê rojhilat,
Tu dişînî keştiyên Tarşîş. - 8
 - Li bajarê Xudanê ordiyan,
Li bajarê Xwedayê me,
Me çawa bihîst, me wusa dît.
Wê Xwedê, her û her biparêze vî bajarî. - 9
 - Ey Xwedê, li perestgeha te,
Em fikirîn kerema te. - 10
 - Ey Xwedê, wek navê te,
Gihîşt çar aliyên dinê pesnê te.
Tije ye, destê te yê rastê ji edaleta te. - 11
 - Bila bi dadbariya te,
Şa be Çiyayê Siyonê,
Dilşa bin keçên Cihûda! - 12
 - Li der û dora Siyonê bigerin,
Bircan bijimêrin, - 13
 - Baş li sûrên wê binêrin,
Li kelehên wê temaşe kin,
Da ku hûn ji nifşên nû re bêjin. - 14
 - Ev Xwedê, hergav û her û her Xwedayê me ye,
Heta mirinê ew rêberê me ye. 

