Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavij, Zebûra lawên Korah e. 
1
Xudan mezin e û li bajarê Xwedayê me,
Li çiyayê wî yê pîroz, hêjayî spaskirinê ye.
2
Bajarê padîşahê mezin ê li bakûr,
Çiyayê Sîyonê yê xweş bilind,
Şahiya hemû erdê ye.
3
Xwedê xwe li kelehên wî,
Wek birceke bilind da bihîstin.
4
Padîşah civiyan,
Bi hev re bi ser Sîyonê ve meşiyan.
5
Belê bi dîtina wê şaş man,
Tirsiyan û zû reviyan.
6
Li wir, lerizînekê bi wan girt.
Janekê bi wan girt, wek jina ku zarok tîne.
7
Bi bayê rojhilat,
Tu dişînî keştiyên Tarşîş.
8
Li bajarê Xudanê ordiyan,
Li bajarê Xwedayê me,
Me çawa bihîst, me wusa dît.
Wê Xwedê, her û her biparêze vî bajarî.
9
Ey Xwedê, li perestgeha te,
Em fikirîn kerema te.
10
Ey Xwedê, wek navê te,
Gihîşt çar aliyên dinê pesnê te.
Tije ye, destê te yê rastê ji edaleta te.
11
Bila bi dadbariya te,
Şa be Çiyayê Siyonê,
Dilşa bin keçên Cihûda!
12
Li der û dora Siyonê bigerin,
Bircan bijimêrin,
13
Baş li sûrên wê binêrin,
Li kelehên wê temaşe kin,
Da ku hûn ji nifşên nû re bêjin.
14
Ev Xwedê, hergav û her û her Xwedayê me ye,
Heta mirinê ew rêberê me ye.