Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - "Dawîd di nav me de xwe vedişêre."
 - 1
 - Ey Xwedê min bi navê xwe rizgar ke,
Bi hêza xwe min pak ke! - 2
 - Ey Xwedê, duaya min gohdar ke,
Goh bide peyva devê min. - 3
 - Çimkî biyaniyan serî hilda li ber min,
Zordar dixwazin bistînin canê min,
Ew li Xwedê nagerin. - 4
 - Va ye, Xwedê alîkarê min e,
Reb piştgirê min e. - 5
 - Ewê xerabiyê li dijminên min vegerîne,
Bi dilsoziya xwe wan ji navê hilîne. - 6
 - Ya Xudan, ezê ji dil qurbanekê pêşkişî te bikim,
Bi navê te spas bikim, çimkî ew qenc e. - 7
 - Te ez ji hemû tengahiyên min rizgar kir,
Li pêş çavê min dijminên min helaq kir. 

