Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl Maskîla Dawid. 
1
Ey Xwedê goh bide dua min,
Pişta xwe nede lavakirina min!
2
Li min baş gohdarî bike, bersîv bide min.
Ez şaş bûme, min aciz dikin fikrên min.
3
Ji dengê dijmin, ji tada xeraban;
Çimkî tengahiyê didin min,
Bi hêrs davêjin ser min.
4
Dilê min ji kûr ve dinale,
Sawa mirinê ket ser min.
5
Tirs û lerizînê ez girtim,
Sawê ez rapêçam.
6
Min got, "Xwezî wek kevokê bazkên min hebûna!"
"Ezê bifirîma û rihet bibûma.
7
Ezê birevîma derên dûr,
Minê li çolê daniya.
8
Li hember bager û babelîskan,
Ezê zû biçûma dereke bi star."
9
Ya Xudan, tu şaş bike xeraban tevlihev bike zimanê wan,
Çimkî min li bajêr şer û zordarî dît.
10
Bi şev û bi roj li ser bircên bajêr digerin,
Bajêr, ku fesadî û xerabî tije ye.
11
Xerabî di nav bajêr de ye,
Hîle û zordarî ji kuçên wê dernayê.
12
Yê ku tehn li min dida dijmin bûya,
Minê di ber xwe bida;
Yê ku li ber min pozbilindiyê dikir dijmin bûya,
Minê xwe ji ber veşarta.
13
Belê tu bûyî, yê ji min re yeksan,
Hevalê min, dostê ji dil û can.
14
Me bi hev re bi şîrînî hevaltî dikir,
Bi civatê re em diçûn mala Xwedê.
15
Bila mirin ji nişka ve bê ser wan,
Bi saxî herin diyarê miriyan;
Çimkî xerabî di mala wan, di dilê wan de ye.
16
Ez bangî Xwedê dikim,
Xudan min xelas dike.
17
Bi şev, bi roj û êvarê ji kedera xwe dinalim,
Ew dibihîze dengê min.
18
Wî ez ji şerê li hember min,
Bi aştî xelas kir canê min,
Çimkî zêde bûn, yên ku şer dikirin bi min.
19
Xwedayê ku ji her û her ve li textê xwe rûniştî,
Wê wan bibihîze û bipelçiqîne.
Ew ku, naguherin,
Û natirsin ji Xwedê.
20
Hevriyê min êrîşî hevalê xwe kir,
Peymana ku wî çêkiribû, xera kir.
21
Ji devê wî hingiv dibare,
Belê dilê wî tije şer e.
Gotinên wî ji rûn nermtir,
Belê ji şûr tûjtir in.
22
Tu barê xwe ji Xudan re bihêle,
Ewê te li ser lingan bihêle.
Ew tucar nahêle,
Ku yê rast bikeve.
23
Belê tu, ya Xwedê, tê wan bavêjî korta mirinê,
Wê zilamên xwînî û hîlekar, nîvê rojên xwe nebînin tucar;
Herçî ez im, min xwe spartiye te.