Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, bi tembûrên bi têl Maskîla Dawid.
- 1
- Ey Xwedê goh bide dua min,
 Pişta xwe nede lavakirina min!
- 2
- Li min baş gohdarî bike, bersîv bide min.
 Ez şaş bûme, min aciz dikin fikrên min.
- 3
- Ji dengê dijmin, ji tada xeraban;
 Çimkî tengahiyê didin min,
 Bi hêrs davêjin ser min.
- 4
- Dilê min ji kûr ve dinale,
 Sawa mirinê ket ser min.
- 5
- Tirs û lerizînê ez girtim,
 Sawê ez rapêçam.
- 6
- Min got, "Xwezî wek kevokê bazkên min hebûna!"
 "Ezê bifirîma û rihet bibûma.
- 7
- Ezê birevîma derên dûr,
 Minê li çolê daniya.
- 8
- Li hember bager û babelîskan,
 Ezê zû biçûma dereke bi star."
- 9
- Ya Xudan, tu şaş bike xeraban tevlihev bike zimanê wan,
 Çimkî min li bajêr şer û zordarî dît.
- 10
- Bi şev û bi roj li ser bircên bajêr digerin,
 Bajêr, ku fesadî û xerabî tije ye.
- 11
- Xerabî di nav bajêr de ye,
 Hîle û zordarî ji kuçên wê dernayê.
- 12
- Yê ku tehn li min dida dijmin bûya,
 Minê di ber xwe bida;
 Yê ku li ber min pozbilindiyê dikir dijmin bûya,
 Minê xwe ji ber veşarta.
- 13
- Belê tu bûyî, yê ji min re yeksan,
 Hevalê min, dostê ji dil û can.
- 14
- Me bi hev re bi şîrînî hevaltî dikir,
 Bi civatê re em diçûn mala Xwedê.
- 15
- Bila mirin ji nişka ve bê ser wan,
 Bi saxî herin diyarê miriyan;
 Çimkî xerabî di mala wan, di dilê wan de ye.
- 16
- Ez bangî Xwedê dikim,
 Xudan min xelas dike.
- 17
- Bi şev, bi roj û êvarê ji kedera xwe dinalim,
 Ew dibihîze dengê min.
- 18
- Wî ez ji şerê li hember min,
 Bi aştî xelas kir canê min,
 Çimkî zêde bûn, yên ku şer dikirin bi min.
- 19
- Xwedayê ku ji her û her ve li textê xwe rûniştî,
 Wê wan bibihîze û bipelçiqîne.
 Ew ku, naguherin,
 Û natirsin ji Xwedê.
- 20
- Hevriyê min êrîşî hevalê xwe kir,
 Peymana ku wî çêkiribû, xera kir.
- 21
- Ji devê wî hingiv dibare,
 Belê dilê wî tije şer e.
 Gotinên wî ji rûn nermtir,
 Belê ji şûr tûjtir in.
- 22
- Tu barê xwe ji Xudan re bihêle,
 Ewê te li ser lingan bihêle.
 Ew tucar nahêle,
 Ku yê rast bikeve.
- 23
- Belê tu, ya Xwedê, tê wan bavêjî korta mirinê,
 Wê zilamên xwînî û hîlekar, nîvê rojên xwe nebînin tucar;
 Herçî ez im, min xwe spartiye te.

