Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, di meqamê "Xera Neke" de Mîktama Dawid. 
1
Ey desthilatdarno, ma hûn edaleta rast dibêjin?
Ma hûn, mirov bi rastiyê dadbar dikin?
2
Na! Hûn bi dil neheqiyê dikin,
Li nav welat, hûn zordariya destê xwe datînin mêzînê.
3
Xerab hê ji malzaroka dê xerab in,
Bi bûyina xwe re derew dibêjin, averê dibin.
4
Jehra wan wek jehra mar e.
Gohê xwe digirin, wek koremarên kerr in.
5
Ew koremar ku,
Dengê efsûnkar û sêrbazên hunermend nabihîze.
6
Ey Xwedê, tu bişikêne diranê devê wan,
Ya Xudan, bişikêne kêlbên şêran!
7
Bila wek ava ku diherike, nemînin.
Bila serê tîrê wan şikandî be, gava ku kevanê xwe dişidînin.
8
Bila bibin wek şeytanokê ku dihelin û diçin.
Wek zarokê ji ber jinê çûyî, rûyê rojê nebînin.
9
Hê ku beroşên wan, agirê striyan nebihîstine,
Çi terr û çi jî hişk, wê bi bagerê bipengizin.
10
Zilamê rast, wê bi dîtina tolsîtandînê şa be,
Wê bi xwîna xeraban lingên xwe bişo.
11
Hingê wê mirov bêjin: "Rast e, perrûya yê rast heye,
Rast e, Xwedayek ku dinê dadbar dike heye."