Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Silêman e. 
1
Ey Xwedê, tu dadperweriya xwe bide padîşah,
Rastdariya xwe bide kurê padîşah.
2
Bila gelê te bi rastdariyê,
Belengazên te, bi dadperweriyê dadbar bike!
3
Bila çiya, firehiyê ji gel re bînin,
Bila gir jî, rastdariyê!
4
Bila ew mafê bindestan bide,
Zarokê belengazan xelas ke,
Û zordaran bipelçiqîne!
5
Heta ku roj û heyv hebin,
Bila ew, nifş li pey nifşî ji te bitirsin.
6
Wek barana ku li ser mêrga nûbirrî dibare,
Bila ew, wek taviya ku axê av dide, bê!
7
Bila di rojên wî de rastdarî kulîlkan bide,
Aştî bi zêdebarî hebe, heta ku heyv biqede.
8
Ji deryayê heta deryayê,
Ji Firatê, heta kujê dinê yê din serwerî bajo!
9
Gelê çolê li pêş wî here ser çokan,
Dijminên wî axê bialêsin.
10
Bila padîşahê Tarşîş û yê giravan,
Jê re xeracê bînin,
Padîşahên Seba û Seva diyariyan pêşkişî wî bikin!
11
Bila hemû padîşah li ber wî herin ser çokan,
Hemû milet ji wî re evdîtî bikin!
12
Ew diçe hawara hejaran,
Ew rizgar dike feqir û bêkesan.
13
Ew ber belengaz û ketiyan dikeve,
Canê feqîran rizgar dike.
14
Ew wan ji tada û zordariyê dide berdan,
Di çavê wî de, bi rûmet e xwîna wan.
15
Bila bijî!
Û bila ji zêrê Seba bidinê;
Hergav ji bo wî dua bikin,
Û her roj wî pîroz bikin!
16
Bila, li erdê, li serê çiyan,
Bi zêdebarî genîm hebe!
Bila simbil wek Lubnanê berdar bin,
Gelê bajêr wek giya kulîlk bidin!
17
Navê padîşah her û her bimîne,
Heta ku roj hebe ew hebe,
Bi destê wî mirov pîroz bibin,
Hemû millet bêjin, "Xwezî bi wî!"
18
Xudan Xwedê, Xwedayê Îsraêlê pîroz be,
Yê ku karên nedîtî dike, tenê ew e.
19
Navê wî yê berz, her û her pîroz be,
Tevahiya erdê bi berziya wî tije be!
Amîn! Amîn!
20
Duayên Dawidê kurê Îşay li vir diqedin.