Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Silêman e.
- 1
- Ey Xwedê, tu dadperweriya xwe bide padîşah,
 Rastdariya xwe bide kurê padîşah.
- 2
- Bila gelê te bi rastdariyê,
 Belengazên te, bi dadperweriyê dadbar bike!
- 3
- Bila çiya, firehiyê ji gel re bînin,
 Bila gir jî, rastdariyê!
- 4
- Bila ew mafê bindestan bide,
 Zarokê belengazan xelas ke,
 Û zordaran bipelçiqîne!
- 5
- Heta ku roj û heyv hebin,
 Bila ew, nifş li pey nifşî ji te bitirsin.
- 6
- Wek barana ku li ser mêrga nûbirrî dibare,
 Bila ew, wek taviya ku axê av dide, bê!
- 7
- Bila di rojên wî de rastdarî kulîlkan bide,
 Aştî bi zêdebarî hebe, heta ku heyv biqede.
- 8
- Ji deryayê heta deryayê,
 Ji Firatê, heta kujê dinê yê din serwerî bajo!
- 9
- Gelê çolê li pêş wî here ser çokan,
 Dijminên wî axê bialêsin.
- 10
- Bila padîşahê Tarşîş û yê giravan,
 Jê re xeracê bînin,
 Padîşahên Seba û Seva diyariyan pêşkişî wî bikin!
- 11
- Bila hemû padîşah li ber wî herin ser çokan,
 Hemû milet ji wî re evdîtî bikin!
- 12
- Ew diçe hawara hejaran,
 Ew rizgar dike feqir û bêkesan.
- 13
- Ew ber belengaz û ketiyan dikeve,
 Canê feqîran rizgar dike.
- 14
- Ew wan ji tada û zordariyê dide berdan,
 Di çavê wî de, bi rûmet e xwîna wan.
- 15
- Bila bijî!
 Û bila ji zêrê Seba bidinê;
 Hergav ji bo wî dua bikin,
 Û her roj wî pîroz bikin!
- 16
- Bila, li erdê, li serê çiyan,
 Bi zêdebarî genîm hebe!
 Bila simbil wek Lubnanê berdar bin,
 Gelê bajêr wek giya kulîlk bidin!
- 17
- Navê padîşah her û her bimîne,
 Heta ku roj hebe ew hebe,
 Bi destê wî mirov pîroz bibin,
 Hemû millet bêjin, "Xwezî bi wî!"
- 18
- Xudan Xwedê, Xwedayê Îsraêlê pîroz be,
 Yê ku karên nedîtî dike, tenê ew e.
- 19
- Navê wî yê berz, her û her pîroz be,
 Tevahiya erdê bi berziya wî tije be!
 Amîn! Amîn!
- 20
- Duayên Dawidê kurê Îşay li vir diqedin.

