Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra lawên Korah, lavij.
 - 1
 - Bingeha wê, li ser çiyayê pîroz e.
 - 2
 - Xudan ji deriyên Siyonê,
Ji hemû avahiyên Aqûb bêtir hes dike. - 3
 - Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:
 - 4
 - "Di nav yên ku min dinasin de,
Ezê Rahav û Babîlê bibîr bînim,
Va ye Filîstî, Sûr û Hebeş.
Ev mirov li wê derê çêbûne." - 5
 - Belê wê ji bo Siyonê weha bê gotin:
"Ev zilam û hemû yên din, li wê derê çêbûn.
Û Yê Berz bi xwe, wê derê qayim dike." - 6
 - Çaxê ku Xudan miletan binivîse,
Wê bêje, "Ev li Siyonê çêbûne." - 7
 - Stranbêj û govendger,
Wê bêjin, "Hemû çavkaniyên min ji te ne!" 

