Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra lawên Korah, lavij. 
1
Bingeha wê, li ser çiyayê pîroz e.
2
Xudan ji deriyên Siyonê,
Ji hemû avahiyên Aqûb bêtir hes dike.
3
Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê:
4
"Di nav yên ku min dinasin de,
Ezê Rahav û Babîlê bibîr bînim,
Va ye Filîstî, Sûr û Hebeş.
Ev mirov li wê derê çêbûne."
5
Belê wê ji bo Siyonê weha bê gotin:
"Ev zilam û hemû yên din, li wê derê çêbûn.
Û Yê Berz bi xwe, wê derê qayim dike."
6
Çaxê ku Xudan miletan binivîse,
Wê bêje, "Ev li Siyonê çêbûne."
7
Stranbêj û govendger,
Wê bêjin, "Hemû çavkaniyên min ji te ne!"