Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûra Silêman e.
 - 1
 - Ey Xwedê, tu dadperweriya xwe bide padîşah,
Rastdariya xwe bide kurê padîşah. - 2
 - Bila gelê te bi rastdariyê,
Belengazên te, bi dadperweriyê dadbar bike! - 3
 - Bila çiya, firehiyê ji gel re bînin,
Bila gir jî, rastdariyê! - 4
 - Bila ew mafê bindestan bide,
Zarokê belengazan xelas ke,
Û zordaran bipelçiqîne! - 5
 - Heta ku roj û heyv hebin,
Bila ew, nifş li pey nifşî ji te bitirsin. - 6
 - Wek barana ku li ser mêrga nûbirrî dibare,
Bila ew, wek taviya ku axê av dide, bê! - 7
 - Bila di rojên wî de rastdarî kulîlkan bide,
Aştî bi zêdebarî hebe, heta ku heyv biqede. - 8
 - Ji deryayê heta deryayê,
Ji Firatê, heta kujê dinê yê din serwerî bajo! - 9
 - Gelê çolê li pêş wî here ser çokan,
Dijminên wî axê bialêsin. - 10
 - Bila padîşahê Tarşîş û yê giravan,
Jê re xeracê bînin,
Padîşahên Seba û Seva diyariyan pêşkişî wî bikin! - 11
 - Bila hemû padîşah li ber wî herin ser çokan,
Hemû milet ji wî re evdîtî bikin! - 12
 - Ew diçe hawara hejaran,
Ew rizgar dike feqir û bêkesan. - 13
 - Ew ber belengaz û ketiyan dikeve,
Canê feqîran rizgar dike. - 14
 - Ew wan ji tada û zordariyê dide berdan,
Di çavê wî de, bi rûmet e xwîna wan. - 15
 - Bila bijî!
Û bila ji zêrê Seba bidinê;
Hergav ji bo wî dua bikin,
Û her roj wî pîroz bikin! - 16
 - Bila, li erdê, li serê çiyan,
Bi zêdebarî genîm hebe!
Bila simbil wek Lubnanê berdar bin,
Gelê bajêr wek giya kulîlk bidin! - 17
 - Navê padîşah her û her bimîne,
Heta ku roj hebe ew hebe,
Bi destê wî mirov pîroz bibin,
Hemû millet bêjin, "Xwezî bi wî!" - 18
 - Xudan Xwedê, Xwedayê Îsraêlê pîroz be,
Yê ku karên nedîtî dike, tenê ew e. - 19
 - Navê wî yê berz, her û her pîroz be,
Tevahiya erdê bi berziya wî tije be!
Amîn! Amîn! - 20
 - Duayên Dawidê kurê Îşay li vir diqedin.
 

