Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid e.
- 1
- Ya Xudan, bi hêza te şa dibe padîşah,
 Bi rizgarkirina te pirr dibe dilşa.
- 2
- Ya ku dilê wî xwest te da wî,
 Qet ne dirixand daxwaza devê wî.
- 3
- Bi qencî û bereketê tu hatî lêlima wî,
 Taca zêrîn a xas te da serê wî.
- 4
- Ji te jiyan xwest, te da wî,
 Rojên dirêj, jiyek herheyî.
- 5
- Bi rizgarkirina te, mezin e berziya wî,
 Te ew rapêça bi berzî û mezinahî.
- 6
- Te her û her ew gellek pîroz kir,
 Bi rûyê xwe te ew kêfxweş kir.
- 7
- Çimkî padîşah bi Xudan ewle ye,
 Bi heskirina Yê Herî Berz bêlepte ye.
- 8
- Wê destê te bigihîje hemû dijminan,
 Destê te yê rastê, bigîhije ji te nefretkiran.
- 9
- Gava ku tu hêrs bibî ya Xudan,
 Tê wan bikî wek firina dadayî;
 Bi xezeba xwe daqurtînî,
 Bi agir wan biqedînî.
- 10
- Tê wan hilînî ji rûyê cîhan,
 Rakî dundana wan ji nav mirovan.
- 11
- Wan li ber te xerabî niyet kirin,
 Xwestin bixapînin,
 Belê ew serkeftinê nabînin.
- 12
- Çimkî tê wan şûn ve bişînî,
 Tîrên xwe li hember wan bitikînî.
- 13
- Hêza xwe nîşan bide ya Xudan!
 Emê pesnê berziya te bidin, bi stran.

