Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Asaf, lavij. 
1
Em ji te re spas dikin ey Xwedê,
Em spas dikin, çimkî navê te nêzik e,
Karên te yên nedîtî, vê didin xuyan:
2
"Dema ku min kifş kiriye bê,
Ezê bi rastiyê dadbar bikim,
3
Erd û hemû yên lê rûniştî heliyan,
Stûnên wê min şidand.
4
Ji yên ku pesnê xwe didin re, min got, 'Pesnê xwe nedin.'
Ji xeraban re, min got, 'Qiloçên xwe ranekin!' "
5
Qiloçê xwe jor ve ranekin,
Nepeyivin, serî rakirî!
6
Çimkî ne li dera ku roj hiltê û ne jî li dera ku diçe ava,
Ne jî ji çola çiyan dadbarî tê.
7
Dadger tenê Xwedê ye,
Yekî nizim dike, yê din bilind dike.
8
Di destê Xudan de kase heye,
Ji şereba kefdayî û tevlihev;
Ew dirêje û tije dike kasê,
Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê.
9
Ezê her û her vê bikim ilam,
Pesnê Xwedayê Aqûb bidim bi lavijan:
10
"Ezê hemû hêza xeraban bişikînim,
Belê wê hêza rastan bilind bibe."